Li Hewlêrê bi sedan kes ji bo Efrînê li ber Balyozxaneya Rûsyayê kom bûn 2018-03-12 17:36:23   NAVENDA NÛÇEYAN-Bi pêşengtiya Eniya Efrînê bi sedan kes li pêşiya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê kom bûn û êrîşên li ser Efrînê protesto kirin. Her wiha vekirina qada hewayî jî hat şermezarkirin.    Vekirina qada hewayî ya Rûsyayê ya ji bo Tirkiye êrîşî Efrînê bike bi pêşengtiya Eniya Efrînê li Hewlêrê hat protestokirin. Bi sedan kes li pêş  Balyozxaneya Rûsyayê kom bûn, piştgirî dan berxwedana Efrînê û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan. Partiyên siyasî, Rêxistinên Civakî yên Sîvîl, Eniya Efrînê, Nivîskar, Akademisyen û bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.    Girseya ku li ber konsolosxaneyê kom bûn dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Diktator Erdogan", "Katil Erdogan", "Gelê Başûr li ba gelê Efrînê ye" hat berzkirin. Di çalakiyê de flamayên YPG, YPJ, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr hat hilgirtin. Her wiha di çalakiyê de pankarta "Na ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî terora Tirkiyeyê" hat hilgirtin.    Zarokan wêneyên zarokên ku li Efrînê hatin qetilkirin hilgirtin. Ji nava girseyê 4 kes hatin hilbijartin û bi nûnerên balyozxaneya Rûsyayê r axivîn. Di dosyaya ku pêşkeşî nûnerên balyozxaneya Rûsyayê hat kirin vana hatibûn nivîsandin:   * Ji ber ku Rûsya piştgiriyê dide Tirkiyeyê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê zêde dibe.    *Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ne li gor hiqûqa neteweyî û navneteweyî ne.   *Dewleta tirk li Efrînê sûcê mirovatiyê dike.   *Rûsya û Yekitiya Ewropayê bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide dewleta tirk.   *Em dixwazin Rûsya bêdengiya xwe ya li dijî êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike.    *Daxwaza me ya ji Rûsyayê ew e ku ji bo ewlehiya herêmê peywira xwe bi cih bîne.    Hat diyarkirin ku dê dosyayê ji aliyê Balyozxaneya Rûsyayê radestî Wezareta Derve ya Rûsyayê bê kirin û daxwazê heyetê dê ragihînin rayedaran.