Li Maretê sîvîl hedef hatin girtin 2018-03-12 15:21:06   EFRÎN - Di encama êrîşên TSK'ê de li ser rêya Maretê sîvîl hedef hatin girtin. Hat zanîn ku gelek sîvîl birîndar bûne.    Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê her ku diçe zêde dibe. Li gor agahiyên ku hat bidestxistin balafirên şer ên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) sîvîlên li ser rêya Mabetê hedef girt. Hat zanîn ku di encama êrîşên hewayî de gelek kes birîndar bû.    Êrîşên hewayî yên li ser navenda Efrînê û derdora wê di her du rojên dawî de zêdetir bû û hîn didome. Çalakiya mertalên zindî ya bi beşdarbûna hezaran kesên ku ji Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatin berdewam dike.