Li Efrînê pakrewanên azadiyê hatin oxirkirin! 2018-03-12 15:17:37   EFRÎN - Bi sedan Şêniyên Herêma Efrînê bi merasîmeke bi heybet  20 Şervanên ku di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest dabûn oxir kirin.   Îro li Efrînê di bin topên Dewleta Tirk ya dagirker de bi sedan Şêniyên Herêma Efrînê 20 şervanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dabûn ku 14 ji wan endamên  asayîşê,  2 YPJ'yê  û 4 jî sivîl bûn ji nexweşxaneya Avrînê wergirtin û li goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin oxir kirin.   Di merasîma ku hat lidarxistin de  hemû sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongireua Star,Partiya Yekîtiya Demokratîk,Tevgera Civaka Demokratîk,Meclîsa Malbetên Şehîdan û bi sedan kesên ji heyeta mertalên zindî ku ji bo piştevaniyê çûbûn Efrînê tevli bûn.   Piştî deqeyek rêzgiritina ji bo şervanên azadiyê,li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakûrê Sûriyê Qehreman Muhemed,li ser navê heyeta mertalên zindî rêvebera Kongreya Star ya Herêma Cizîrê welîde Botî ya dayika şervekî azadiyê ku jiyana xwe ji dest da axivî. Di axaftinên ku hatin kirin de sersaxî ji malbetên Şehîdan re hat wesstin û wiha hat gotin:"52 roj in gelê Efrînê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dide û îro jî di bin topên dewleta tirk de pakrewanên xwe yên azadiyê oxir dike. Wê Erdogan û çeteyên li dora wî nikaribin îradeya gelê kurd bişikînin."   Merasîm bi dirûmeya "Şehîd Namirin"  bi dawî bû.