DBP: Kesên ku li dijî Qamişloyê bê deng man li dijî Efrînê jî bêdeng in 2018-03-12 14:44:02   AMED - Navenda Giştî ya DBP'ê derbarê 14'emîn salvegera komkujiya Qamişloyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên îro li ser Efrînê tê kirin berdewamiya komkujiya Qamişloyê ye. Cîhana ku îro li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng e, li dijî komkujiya Qamişloyê jî bêdeng man.    Navenda Giştî ya DBP'ê derbarê Komkujiya Qamişloyê ya ku ji aliyê Rejîma Baasê hatibû kirin de daxuyanî da. Di 14'ê Adara 2014'an de di encama bûyerên maça futbolê de 8 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di dema merasîma cenazeyan de Rejima Baasê êrîş kir û bajar di nav xwînê de hişt.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di encama êrîşên Qamişloyê de 29 Kurdî jiyana xwe ji dest da. Armanca Rejîma Baasê ew bû ku lêgerîna gelê Kurd a ji bo azadî û statuyê tune bike. Geşedanên ku îro li Efrînê diqewime berdewamiya komkujiya Qamişloyê ye. Cîhana ku îro li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng e, li dijî Qamişloyê jî bêdeng man. Ji xeynî gelê Kurd û dostên wan kesekî din bertek nîşanî komkujiya li Qamişloyê nedan. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe  bi Rejîma Baasê re hevkarî kir. Gelê me destûrê nade ku komkujiyek nû ya wekî Qamişloyê li Efrînê pêk were. "   Em kesên ku li Qamişloyê û ji bo azadiya xwe têkoşiyan bi rêzdarî bi bîr tînin û em têkoşîna wan a mezin careke din slav dikin.