Bi hezaran kes ji Minbicê diherikin Efrînê 2018-03-12 14:22:54   MINBIC - Ji bajarên Minbic û Reqayê yên giredayî herêma Cizîrê û Firatê bi hezaran kes ber bi Efrînê ve herikîn.   Berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê di roja 52'an de dewam dike. Bi hezaran kes ji bo alîkariyê ji bajarên Minbic û Reqayê ber bi Efrînê ve herikîn.   Girseya ku bi hezaran konvoy ava kirin û derketin ser rê dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.