Cizîrê Newrozê di 21'ê Adarê de pîroz bike 2018-03-12 13:50:20   ŞIRNEX - Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP-DBP'ê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyanî dan û eşkere kirin ku dê Newroza Şirnexê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin.   Eşkerekirina bernameyên derbarê 21'ê Newrozê de didome. Newroza Şirnexê dê li Cizîra ku navê xwe bi serîhildana xwe di dîrokê de nivîsand bê pîrozkirin. Rêxistinên HDP-DBP'ê beşdarî daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn.   Derbarê daxuyaniyê de endamê  PM a HDP'ê Resul Erdem axivî û wiha got:"Cîzreya axa Asyayan û Bêrîvanan amedekariya Cejna Newrozê kir. Ji bo em vê Newrozê bi awayekî têr û tije derbas bikin me dest bi xebatên xwe kir. Em hemû gelê Botanê dawetî Newrozê dikin."