Gelê Tirbespiyê Komkujiya Qamişloyê şermezar kir! 2018-03-12 11:47:10   TIRBESİPIYÊ - Gelê Tirbespiyê Komkujiya Qamişloyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Gelê Tirbespiyê Komkujiya Qamişloyê ya ku di 12'ê Adara 2004'an de ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve pêk hatibû, bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Hemû endamên saziyên bajêr û gel beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li navenda Kongreya Star hat dayin û ji aliyê Hediye Şemo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd tu caran komkujiyên ser wan de derbas bûye ji bîr nake û dê her dem ji bo azadî û aştiyê li ser piya bin.   Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana Efrînê jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin:"Berxwedana Serdemê ya Efrînê xwedî rûmetek giranbiha ye. Dê gelê Efrînê bi ser bikeve û dê rê nede dagirkeren."