Dayikên Amedê: Ji bo ku sibe nebe dereng rabin ser piyan 2018-03-12 10:12:42   Rojda Aydin   AMED - Dayikên Amedê li dijî êrîşên li ser Efrînê bertek nîşan dan û bang li gelê kurd kirin û li Efrînê xwedî derkeve.     Ev bû 52 roje ku berxwedana serdemê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Dayikên Amedê bertek nîşanê çeteyên ku ketine navenda Efrînê dan û gotin ku gelê kurd li dijî komkujiya ku îrol li Efrînê tê kirin bêdeng nemîne. Kesên ku li dijî van komkujiyan bêden bimîne hevkarê van komkujiyan e.   'Li Efrînê komkujî tê kirin'   Dayika bi navê  Xatun Aslan di serî de çeteyên ku ketine navenda Efrînê şermezar kir û got ku serweriya tirk şerê ku li Efrînê daye destpêkirin ne şere, komkujiye û wiha got: “Serweriya tirk komkujiya ku dike bi taybetî li ser jin û zarokan pêk tîne. Çi sûcê jin û zarokan heye. Çete zarokan  dixin bin kevir û dibêjin ev terorîst e. Kesên ku malê xelkê bombebaran dike û mirovan dikûje terorîst e. Kesên ku niha li Efrînê dijîn hemû kurdin û Erdogan bi vî awayî dixwaze kurdan biqedîne. Ji bo ku kurd biqedin jî komkujiyan dike. Lê serweriya tirk çi dike bila bike. Wê kurd tucarî wê kurd tu carî bi komkujiyan neqedin. Ez bang dikim ku di serî de kurd tu kes li dijî van komkujiyan bêdeng nemîne."    'Li dijî jinan dijminantî heye'   Dayika bi navê Yildiz Damla jî bi lêv kir ku Efrîn ev bi rojane di bin bombebaranê de li ber xwe daye û hîn jî berxwe dide. Yildizê da zanîn ku bi mîlyonan kurd di Efrînê de ne û  niha bi komkujiyê re rû bir û mane û ev tişt got: “Hetanê niha bi sedan kesî jiyana xwe dest daye û di nav van kesên ku jiyana  xwe ji dest dane bi taybetî jî hemû jin û zarokin. Em di vir de carekedin dijminatiya îktîdara AKP’ê ya li dijî jinan dibînin. Niha îktîdara AKP’ê hewl dide ku komkujiyê li Efrînê pêk bîne. Li dijî vê komkujiyê cihan çima bêdeng maye? Her wiha Ewropa çima ji vê rewşê re deng dernaxe û çareserîkê nabîne. Wê rojê zaroka 3 mehî hatibû qetilkirin saziyên mafên mirovan li ku ne. Kesê ku destûrê bide zaroka sêmehî bê qetilkirin wê sibe komkujiyê pêk bîne. Amerîqa çima çekan dide Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê? bi wan çekan kurd tên qetilkirin. Ez êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikim. ”