'Divê Kurdistan û hemû cîhan ji bo Efrînê serferber bibe' 2018-03-12 09:06:55   Sorgul şêxo   TILTEMIR - Rêveber û Endamên Kongra Star ya Bajarê Til Temirê êrîşên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û gotin; "Dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê êrîşên Rûsiya û Tirkiyê ên li ser Efrînê."   Rêvbera Kongreya Star Gulîxan Tahîr êrîşên li ser Efrînê Şermazar kir û wiha got: "Ev 52' roj in êrîş li ser Herêma Efrîn pêk tên. Ger ku ev êrîş bi ser dewletekê de bihata wê nikarîbûna ku 52  rojan li berxwe bidaya. Lê Efrîn li  berxwe da û her berxwedana xwe  dewam dike.  Armanca Erdogan ewe ku demografiya Herêmê bide guhertin û dixwaze ku Efrînê radestî çeteyan bîke. Lê em vê yekê qebûl nakin û bi îradeya hemû gelên Bakurê sûriyê em ê vê komployê hilweşînin."   'Ji cîhanê jin tevli berxwedana serdemê dibin'    Gulîxan da zanîn ku ji tevahiya cîhanê jin tevlî berxwdana serdemê dibin û wiha got:"Îro jin ji filîstîn, Şengalê, Başûrê Kurdistanê û Lubnanê tevli berxwedana serdemê dibin. Piştgiriya berxwedana serdemê dikin .Bêdengiya dewletên navneteweyî tê wateya ku destên wan di van êrîş û komkujiyên li ser Efrînê de heye û em bi tundî vê bêdengiyê şermezar dikin. Êdî bese ji bêdengiyê re. Ez bang li hemû gelên li cihanê dikim ku dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin û li dijî van komkujiyên li ser gelê kurd tên kirin bisekirin. Her çi kesê ku bêdeng bimîne ew berpirsê van êrîşan e."   'Em şopdarên Arîn, Avêsta û Barînê ne'   Endama Kongreya Star Xedîca Asim jî êrîşên  li ser Efrînê şermezar kirin,  got  ku ew ê piştgiriya Efrînê bikin û wiha domand: "Em wekê jin bêdeng namînin em ê şopdarên şehîdên xwe yên mîna Avêsta û Barînê bin."   Rûsiya ji rewşa Efrînê berpirsyare   Xedîca li ser polîtîkayên dewleta tirk ya li ser Efrînê jî wiha got: "Ev bêdengiya Rûsyayê ya heberî êrîşên dewleta tirk û hevkariya  wê di dîrokê de wekî şerma Rûsyayê cih bigirin. Rûsiya bi Erdogan re li ser tunekirina gelê efrînê li hevkiriye û piştgiriyê dide Tirkieyyê."   'Wê îradeya gelê Efrînê nikaribin bişikînin'   Xedîca di dewama axavtina xwede wiha bilêv kir: "Kurdek li kuderê hebe ew ê piştgiriyê bide Efrînê. Çawa ku me li kobanê ,Reqa û Minbicê bi ser ketin, em ê li  Efrînê jî bi ser kevin. Em ê bi fermandariya Avesta, Barîn û Îlanan riya xwe bidomîn û wê tekez Efrînê bi ser keve."