Pervîn Buldan: Em ê berxwedana xwe berdewam bikin 2018-03-11 16:21:06   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, got êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, şerê li dijî statuya gelê kurd e. Lê ew ê serî netewînin. Pervîn destnîşan kir ku wê operasyona Efrînê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin û xwest Tirkiye demildest li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere.     Kongreya Asayî ya 9'emîn a Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) îro hat lidarxistin. Kongre li Navenda Çandê ua Nazim Hîkmetê ya li Yenîmahalleyê hat lidarxistin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, hin parlementerên HDP'ê û CHP'ê, nûnerên SYKP, Malên Gel, KESK, TTB, EMEP û gelek partiyên siyasî yên din û rêxistinên pîşeyî tevli kongreyê bûn. Piştî endamên dîwanê yên kongreyê hatin diyarkirin, endamên Desteya Serokatiyê dest bi axaftinan kirin. Hevseroka  HDP'ê Pervîn Bûldan jî di kongreyê de axivî û got, îro Tirkiye di nêvengeke krîza aborî, siyasî û çandî de ye û divê li hemberî zext û zoriyên AKP'ê serî netewînin, bîad nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin.    'Tirkiye li gorî rêgezan tevnagere'   Her wiha Pervînê di axaftina xwe ya li kongreyê de bal kişand ser rewşa Efrînê û got: "Hikûmeta AKP'ê Tirkiyeyê xist nav helezoniyekê. Em bahsa şerekî ku tenê bi Tirkiyeyê ne sînordarkiriye nakin, em behsa şerekî ku heta sînorê Efrînê çûye dikin. Dixwazim bêjim ku kesên li Efrînê dimirin, leşkerên li wir dimirin jî ji windahî ne. Li Efrînê kurd, tirkmen, ereb, êzidî jiyaneke bi hev re û aştiyane tercîh kirine. Ji ber vê tevgera dagiriyê ya li Efrînê bêwate ye. Divê bê zanîn ku şerê li Efrînê li dijî statuya gelê kurd e. AKP tenê bela xwe li kurdên li Tirkiyeyê nade. Nemaze jî ev şerê ku li dijî gelê kurd ê li welatên cînar dijîn, wê bi tu awayî bi kêrî Tirkiyeyê neyê. Tirk jî nesîbê xwe ji vî şerî digirin. Her guleya ku li kurdan tê barandin, li sifreya hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn tê barandin."   'Bi salan e êrîş kurdan tê kirin'   Pervîn bal kişand ser êîrîşên li dijî krudan ên Tirkiyeyê û wiah dawî li axafitna xwe anî: " Bi salan e gule bi ser kurdan de tên barandin, bombe tên barandin. Li Agiriyê, li Dersimê, li Roboskiyê. Îro heman tiştî li Efrînê jî dikin. Tu fêdeya operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê tune ye. Bi kêrî gelên li Konya, Qayserî, Enqereyê dijîn nayê. Ji ber vê divê demildest li gorî biryara agirbestê ya Neteweyên yekbûyî (NY) tev bigerin."