Welatiyên Serêkaniyê: her der Efrîn her der berxwedan 2018-03-11 15:56:43   SERÊKANIYÊ - Li ser Banga TEV -DEMÊ'ê  welatiyên Bajarê Serêkaniyê bi yek dengî li berxwedana serdemê xwedî derketin.   Li Bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê Herêma Cizîrê bi dirûşma  "her der Efrîn ,her der berxwedan" welatiyên Bajarê Serêkaniyê bi bêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  meşeke girseyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê li darxist. Di meşê de bi sedan ji welatiyên bajêr û endamên sazî û desteyên rêveberiyên xweser ji hemû pêkhatiyên wê kurd,ereb,suryan,çeçan amadebûn.    Di meşa ku hat lidarxistin de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ,alên YPJ/YPG'ê,wêneyên şehîdan hatin hilgirtin û pankertên bi nivîsa "Her der Efrîn her der berxwedan" û "Efrîn wê bibe gora Erdoxan," hatin berzkirin.    Meşa ku  ji ber Mala Gel a Bajarê Serêkaniyê dest pê kirheta Qada Şehîdan berdewam kir. Pitşî ku meşvan rawestiyan deqayek rêz hat girtin û li ser navê Kongira Star  Selwa Xetîb axaftin kir.  Selwayê êrişên dewleta tirk ên li ser Efrîne bi hêzeke xurt û bi awayekî tund şermezar kirin.   Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efînê" bi dawî bû