Li Kobanê hemleya 'Çek bigre, serî hilde, newrozê pîroz bike' 2018-03-11 14:06:15   KOBANÊ - Yekîtiya jinên ciwn  û ciwanên Rojava(YJC/YCR) li Kantona Kobanê hemleya pîroz kirna Newroza 2018'an  û piştgiriya piştgriya berxwedana Efrînê dan destpêkirin.   Duh di satên êvarê de YJC/YCR li Kantona Kobanê bi dirûşma 'Çek bigre, serî hilde, newrozê pîroz bike' hemleya bi armanca pîroza kirna newroza 2018'an û piştgriya berxwedan Serdemê demê dan destpêkirin.   Dê hemleya ku wê  heta dawiya meha Adarê dewam bike, wê çalakîl li Qada Jina Azad werin li darxistin. Qada ku wê çalakî lê bên lidarixistin bi alên YJC/YJR'ê, Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Awêsta Xabûr, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan û Îlan dara het xemilandin.   Di çarçoveya van çalakiyan de wê her şev saet di 7.00'an de çalakiyên cûr bi cûr li Qada Jina Azad bên lidarxistin. Wê her şev li qadê çalalakiyên wekî, sinfzyon, konser, xwendina helbestan, axaftin, dîlan, şano, meş û pêxistina agir bên lidarxistin.   Herwiha wê îro jî daxuyaniya fermî ji raya giştî re li qadê were dayîn.