Ji Kongreya Star derbarê êrîşên li ser Efrînê de daxuyanî 2018-03-11 12:37:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi daxuyaniyeke ku da êrîşên delwta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navenda Efrîn bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Kongereya Star li dijî êrîşên dewleta û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê daxuyanî da. Kongreya star di daxuyaniya xwe de bal kişan ser êşên dewleta tirk û got ku ji êrîşên ku tên kirin di serî de Rûsya û hêzên navneteweyî bi helwesta xwe rê li ber pilansazike xeter vekirine û sedema hovîtiya dewleta tirk bêdengiya wan e.   Kongryea Star di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişnd ser berxwedana Erînê ya 51 roj in ku berdewam dike û wiha got: "Em weke Kongreya star berxwedana ku 51 rojin li Efrînê didome slav dikin û dibêjin ku ev berxwedana niha ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê  ve tê xwestin ku bê tepisandin.  Di serî de em şervan û gelên berxwedana ku bi lelehngtiyeke bê hempa li berxedan û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û dibêjin ku tevî hemû êrişên hov û neheqiyan wê gelê Erînê dev ji berxwedana serdemê bernede û heta dawiyê li hemberê dgairkeran axa xwe bernede.   'Berpirsiyar hêzên navneteweyî ne'   Di berdewamiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Di ser berxwedana serdemê re  51 roj derbas bûn.  Îro Artêşa Tirk ya dagirker û komên girêdayî wê  yên weke El-kaide û DAÎŞ gav bi gav ber bi bajarê Efrînê ve diçin û amadekariyên qirkirina gelê sivîl dikin. Ji dagirkerî û êrişa dewleta tirk  di serî de Rûsya û hêzên navneteweyî  bi helwesta xwe ku  rê li pêşiya plansaziyeke xeter û qirkirineke komî vekirin berpisiyarin. Sedemê van êrîşên Artêşa Tirk bêdengiya hêzên   navnetewî û erêkirina wan e.   'Dixwazin ku qirkirineke etnîkî pêk bînin'    Em jî weke Kongreya star dibêjin ku heta niha li ser navê gelên Bakûrê Suriyê gelek, îtîfaq û li hevkirin  bi hêzên Navnetewî ji bo têkoşîna li dijî DAIşê re   hatin çêkirin. ji ber ku DAİŞ li hemberî nirxên  mirovahiyê,çandî û dîrokî êrişên tunekirinê pêk dianîn. Di vê têkoşînê de jî gelê kurd hêzeke easî  û aktor bû. Piştî ku dewleta tirk êrişî axa Efrînê kir û efqas komkujiyên sivîlan pêk anîn ku ji yên DAÎŞ'ê pêk anîn ne cuda bûn, ne Emerîka, ne Rûsya û ne jî hêzên Koalîsyonê dengê xwe dernexistin. Vê bêdengiyê hişt ku efqas êriş û komkujî pêk werin. Her wiha di bingehê van êrişan de Demografyaya Efrînê guhertin û qirkirineke Etnîkî dixwazin pêkbînin. Di rewşeke wiha de divê hêzên koalisyonê û rûsya bi berpirsiyarî tevbigerin."   'Paarastina rewa divê'   Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd ê berxwedêr jî hatin  kirin û ev tişt hat gotin: "Gelê kurd û jinên kurd divê li ser esasê nirxên mirovahiyê,parastina rewa, parastina jiyanê û parastina axa xwe bikin. Her Gelê kurd divê ji bo Rojhilatan Navîn ya Demokratîk bi hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz re têkiliyên xwe pêş bixe û  li ber xwe bide. Gelê kurd di dîroka xwe de ti caran hevkarî û siyaseta qirkirinê  qebûl nekiriye û nemeşandiye. Her tim nirxên mirovahiyê û aştiya gelan esas girtiye. Gelê kurd  wê ji niha û şun de jî bi vî ruh û rêgezê li ber xwe bide û wekheviya gelan pêş bixe."   Banga hestiyariyê hat kirin   Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de banga hestiyariyê kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: " Di rewşeke wiha de ku xeteriyeke pir mezin ya komkujiyê li ser gelê Efrînê gihaye asta herî jor, em bang li hemû hêzên navneteweyî  yên demokratîk, Sosyalîst û kedkaran dikin da ku li erka xwe xwedî derkevin û berpisiyar tevbigerin. Dîsa em bang  li hemû jinên cîhanê û Rojhilata Navîn dikin ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.  Her wiha em bang li gelê her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku xwedî li Efrînê derbikevin û serî hildin. Herwiha em bang li xwişkên xwe yên  ereb, ermen, keldan, çeçen, asûrî,suryanî û tirkmen yên Bakûrê Sûriyê dikin ku dakevin qadan û ji bo berxedana serdemê çi ji destên wan bê bikin."