Xalîse Hec Ebdulqadir: Berxwedana Serdemê ji cîhanê re bû mînak 2018-03-11 09:24:17   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîse Hec Ebdelqadir di derbarê Berxwedan Serdemê ya Efrînê de axivî û wiha got: "Em ê tu carî jiyana bê azadî qebûl nekin. Serok Apo dibêje ku 'berxwedan jiyan e'. Mezlûm Dogan jî dibêje 'Berxwedan jiyan e' û em jî dibêjin berxwedan jiyan e û bê azadî jî jiyan nabe."    Berxwedana Herêma Efrînê ku ji 20'ê Çileyê de li dijî êrîşên Dewleta Tirk dest pê kir, îro ket roja xwe ya  51'emîn. Di encama êrîşên dewleta tirk de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Li hember vê yekê jî şervanên YPJ/YPG û QSD'ê ji bo parastina Efrînê û gelê wê her di nav şer û pevçûnan de ne.    Têkildarî mijarê endama Kordînîsyona Kongra Star Xalîse Hec Ebdulqadir wiha axivî:  "Em silavên taybet ji warê berxwedanê ji  Kobanê ji gelê Efrînê û şervanên  Berxwedana Serdemê re dişînin. Îro berxwedana  gel ket roja xwe ya 51'emîn. Berxwedana ku li Efrînê  bi pêşengiya jin û gelê Kurd tê meşandin, hêjayî gotinê ye. Ev berxwedan bi hêz û îradeya gelan pêk tê. Kes nikare îradeya gelan bişikîne."    'Berxwedana Serdemê mînaka azadiyê ye'   Xalîseyê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê  tu caran jiyana bê azadî qebûl nekin. Berxwedana Serdemê ji bo gelên cîhanê bû mînak. Îro gelên Efrînê di bin tang û balafiran de hîna jî, li ser axa xwe ne. Ev yek jî, bi cesareta keç û xortên me yên kurd ên weke şervanên fedayî Arîn, Avesta û Îlan in. Xeta berxwedana ku hatiye çandin îro bi Felsefeya Rêber Apo re bûye yek.  Îro ji bo tevahiya cîhanê tê xuyakirin ku gelê Kurd jiyana bê azadî û têkoşîn tu caran qebûl nake. Azadî û têkoşîn a me ye."   'Em hêviya xwe winda nakin'    Xalîseyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em tu carî hêviya xwe winda nake û em dibêjin serkeftin a gelê Efrînê ye."