Xizmên wihdayan xwestin kujerên Cavit Ozalp bên darizandin 2018-03-10 16:08:50   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan, bi boneya ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 474’an de çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Malbatan di çalakiyê de çîroka Cavit Ozalp ê 23 sal berê li Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl bê darizandin.    Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan bi boneya daxwaza edalet bînin ziman bi dirûşma “Bila Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 474'an de çalakiya xwe li şaxa ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan dîsa pankarta ku wêneyên windayan li ser hebûn vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê  û xizmên windayan tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Cavit Ozalp ê di sala 1995'an de li Amedê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    Di çalakiyêde Cîgirê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 474 hefte ne li windayan digerin û wiha got: "Li ser rûyê erdê tu tişt winda nabin. Tu tişt veşarî namînin. Nêzîk dereng dê teqez rojekê edalet cihê xwe bibîne. Li ser vê axê dilê dayikan birîn kirin. Ji bo ev birîn bên cebirandin ev erka hemû mirovahiyê ye.    Prz. Hasan Yalçin, jî piştre çîroka Cavit Ozalp ê di 1995’an de li Bismila Amedê hat windakirin xwend û wiha got: Cavit di 24'ê Îlona 1995'an de dema li Otomotîva Akyil rûniştibû polîsan hatin nasname kontrol kirin û ew li wir binçavkirin. Piştî nasname kontrol kirin Cavît Ozalp birin Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê. Cavit li wir rastî îşkenceya dijwar hat. Rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Beriya bê qetilkirin bavê wî Haci Ozalp jî li îstasyona Bismilê hat binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Bismilê. Ji bavê wî pirsa "Cavit Ozalp li kuye?" pirsîn. Demek şûnde bav Haci Ozalp hat berdan. Di heman rojê de leşkeran cenazeyê Cavît Ozalp li Gundê Kamberliyê yê Bismilê teslîmî keya kirin. Cenaze di du poşetan de teslîmî keya kirin. Dema nîşanî keya dan gotin dema mayin nîşan didan mayîn teqiya û jiyana xwe ji dest da. 3 meh şûnde Qereqola Cendirmeyan bang li bav Haci Ozalp kirin û xwestin bibe sîxurê wan.    Cavit ev yek red kir û serî li DMME'yê da. DMME'ê Tirkiye mahkum kir.    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.