Li Mêrdînê starta Newrozê hat dayin 2018-03-10 13:55:08   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bernameya Newrozê ku wê li gelek navendan bê pîrozkirin eşkere bû. Pîrozbahiyên Newrozê dê di 17'ê Adarê de dest pê bike û wê fînala wê li Nisebînê bê kirin.    Rêxistina Mêrdin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Newroza ku wê bi şîara "Faşîzmê winda bike dê gel bi ser bikeve" bê pîrozkirin li avahiya xwe ya bajêr daxuyaniya çapemeniyê da. Endama PM'ê a HDP'ê Zubeyde Zumrut, Hevserokên navçe û bajaran ên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser navê hemû pêkhateyan ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Mêrdîn Ali Sincar hat xwendin. Ali anî ziman ku Newroz bihara gelan e û mizgîniya serîhildanê dide gelê Kurd. Her wiha Ali anî ziman ku Newroz tê wateya roja nû, jiyanek nû, destpêkek nû û li dijî zilmê bihara gelan e.    'Dê faşizmê winda bike gelê bi ser bikeve'   Alî diyar kir ku jiyanek nû dê bi destpêkek û têkoşînek nû pêk were û wiha got:"Çawa ku hezar sal berê li dijî Dehaq Kawayê Hesinkar têkoşînek meşandi û li dijî zilma Dehaq serî hilda îro jî dê têkoşîn bidome. Serfiraziya Kawayan û Hurmuzan dê bibe rizgariya gelan."   'Bijî Newroz'   Alî bal kişand ser şerê ku li Rojhilata Navîn didome û wiha got:"Dê li Rojhilata Navîn şer bi dawî bibe û dê bibe derek azad û wekhev. Muavi û Yezit dê di nava rûpelên rêş ên dîrokê de winda bibin û dê gel bi ser bikevin. Dê saziyên faşîzmê yek bi yek bên hilweşandin û dê jiyanek demokratîk a ku pêşengtiya wê gel dike bê avakirin. Em bang dikin ku hemû gelên me biherikin qadên Newrozê."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Newroz" bi dawî bû.    Dîrokên pîrozbahiyên Newrozê ên Mêrdînê yên di navbera 17'ê Adarê û 21'ê Adarê de wiha ne:   17'ê Adarê: Qoser   18'ê Adarê: Dêrik/Şemrex   19'ê Adarê: Artuklu   20'ê Adarê: Midyad/ Stewr   21'ê Adarê: Nisêbîn