Kongreya Star derbarê rewşa berxwedana serdemê de civîn li dar xist 2018-03-10 13:05:18   EFRÎN - Rêxistina Kongreya Star derbarê rewşa berxwedana serdemê de li Efrînê ji jinên Reqa,Tebqa, Dêrezor, Minbiç, Girê Spî re civînek li dar xist.    Rêxistina Kongreya Star derbarê rewşa berxwedana serdemê de li Efrînê ji jinên Reqa,Tebqa, Dêrezor, Minbiç, Girê Spî re civînek li dar xist. Di civînê de parastina mafên jinê, pêşengiya jinê ya di berxwedana serdemê de derketin pêş.    Her wiha Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Eyşe Hiso û Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşe Xezine axivîn.    Di axaftinê de bi xêrhatina hemû jinan kirin û gotin:"Bi fikrên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jinên hemû pêkhateyan û bi taybet jî jina Kurd gihaşt asta ku xwedî li îradeya xwe derkeve, mafên xwe yên rewa biparêzin û ji bo axa xwe welatê xwe biparêze. Her wiha jinan bi vî awayî berxwe dan ku koletiya zihniyeta baviksalarî ya sed salan bişkînin. Îro şerekî dijwar li Efrînê diqewime dewleta tirk bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê dikin. Lê jinên Kurd soza berxwedanê û xwedîderketina li axa xwe dan. Jinên Kurd dê heta dawî berxwe bidin û axa xwe biparêzin."   Di heman demê de Endama Meclîsa Jinê ya bajarê Reqayê Zilîxa Ebdî axivî û got:"Tevî hemû êrîşên ku li herêma Efrînê pêk tên, em weke jinên Ereb me biryara xwe da ku werin Efrînê û piştgiriya gelê Efrînê bikin. Ji bo Erdogan bizanibe gelê Kurd ne bi tenê ye gelê Rojhilata navîn tevahî li pişta Efrînê ye."     Civîn bi dirûşmên"Bijî berxwedana jinê", "Yeke yeke  gelê Kurd û Ereb yek in" bi dawî bû..