Du jin û wêneyek: Celîle ya kolan bi kolan digere guhdar bikin 2018-03-10 09:13:47   MÊRDÎN - Celîle Îldenîz a ku kolan bi kolan bi wêneyê keça xwe Sultan Ertaş, geriya û edelet xwest wiha got: “Ez bawer nakim keça min întîxar kiriye. Keça min kuştin. Hewce bike ez ê biçim Enqereyê. Ez ê şopdarê doza keça xwe bim.”   Celîle Îldenîz yek ji dayikek ku ji bo keça xwe ya winda kiriye li edaletê digere ye. Celîle di 8’ê Adarê de bi wêneyê keça xwe tevlî mîtîngê bû û got keça wê bi salan e ji aliyê hevjînê wê ve rastî îşkenceyê hatiye û piştre hatiye gotin ‘întîxar kiriye’.    Celîle ya 60 salî  wêneyê destê xwe nîşan da û got: “Ev jî keça min e. Ew kuştin û kesî ceza negirt. Alîkariyê bide min. Ev saleke ez li edeletê digerim.”    Celîle bi xemgînî û bi hêviyekê dibêje ‘tu dikarî tiştekî bikî?’.   ‘Hevjînê wê îşkence li wê û zarokên wê dikir’   Celîleyê wiha berdewam kir: “Keça min Sultan Ertaş bû. 32 salî bû. Di 6’ê Gulanê de gotin ‘întîxar kiriye’ û rakirin nexweşxaneyê. Hevjînê wê berê zewicandibû. 4 zarokên wî hebûn. Keça min hîna pir ciwan bû. Li gundê Heşşe ya Wêranşarê dima. Zewicî lê rojek xweş nedît. Her roj şîdet didît. Ne tenê hevjînê wê, zarokên mêr jî îşkence li keça min dikirin. Min her roj ji keça xwe re digot ‘zarokên xwe bigire were’. Wê jî digot ‘ez ê ji bo zarokên xwe berxwe bidim’.  6’ê Gulanê de jî ez bi keça xwe re axivîm û roja din saet di 5’an de kurê mêr li min geriya û got keça te jehr xwariye.”   ‘Bila kujerên keça min bên dîtin’   Celîleyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew bawer nake keça wê întîxar kiriye û got keça wê bi salan li dijî îşkenceyan berxwe daye û ji ber vê wê zarokên xwe nedihişt û nediçû û got: “Cenaze ji bo otopsiyê şandin Amedê. Rapora otopsiyê jî nîşanê min nedan. Gotin tiştek tuneye. Lê keça min ji ber şîdeta hevjînê xwe jiyana xwe ji dest da. Belkî jî kuştin. Cenazeya wê jî nedan min, li gundê xwe defin kirin. Ez ji bo keça xwe edeletê dixwazim. Ger hewce be ez ê biçim Enqereyê. Ez bang li jinan dikim ku ji bo kujerên keça wê bên darizandin bila li  cem wê bin.”