Ji midûrê girtîgeha Edîrneyê tehdîda ‘Ez ê te bikujim' 2018-03-10 09:06:47   MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Abdullah Gunay bi îdiaya ku Midurê Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tehdîd kiriye doz lê hat vekirin. Dayika Abdullah Gunay got: “Piştî dozê tehdîda ‘ez ê te bikujim’ kiriye. Ez ji jiyana wî bi fikar im.”   PiştÎ OHAL’ê zextên li girtîgehan derketin asta herî jor û şert û mercên girtiyan her diçin giran dibin. Malbat jî ji jiyana girtiyan bi fikar in. Li dijî zextên li girtîgehên Şakran, Patnos, Elezîz, Tarsus û Rîzeyê banga piştevaniyê hatin kirin û vê carê jî dayika Abdullah Gunay ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ye, Besna Gunay bang kir.   ‘Yê îşkence kir ew e, yê doz vekiriye jî ew e’   Besnayê diyar kir ku  kurê wê cezayê muebeta giran girtiye û hefteya borî di telefonê de pê re axiviye û got midûrê girtîgehê kurê wê tehdîd kiriye û wiha pê de çû: “Kurê min got midûrê girtîgehê doz lê vekiriye. Midûr îdia kiriye ku kurê min ew tehdîd kiriye û doz lê vekiriye. Xwedê dizane li nav wan dîwaran de çi li wan dikin. Kurê min dibêje min ew tehdîd nekiriye. Lê midûr tevî vê çûye gilî kiriye.”   ‘Dengê girtiyan bibihîzin’   Besnayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew  ji jiyana kurê xwe bi fikar e û got ji rewşeke neyînî ya bê jiyîn midûrê girtîgehê berpirs e û got Midûr tehdîda ‘Ez ê te bikujim’ li kurê wê kiriye.   Besnayê bang li hemû parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnasan kir û got bila deng bidin girtiyan.