Xeyalên wê parastina welatê wê ye 2018-03-10 09:02:56   KOBANÊ - Jina bi navê Helîme Osman a ji Kobanê ye xeyalên xwe yên parastina welatê xwe bi cih tîne û ji bo aramiya gel têdikoşe.    Jina bi navê Helîme Osman a ji Kobanê li dijî hişmendiya deshilatdar ku hezar salane didome berxwe dide û li dijî zordestiyê welatê xwe diparêze. Helîmeyê di Asayişa Kobanê de dixebite û xwediyê 5 zarokan e. Helîmeyê derbarê parastin û hezkirina li dijî welatê xwe diyar kir ku ew bi dilekî germ û bi têkoşînek mezin xwedî li Kobanê derdikeve.    'Ez tiştekî ji xwe re wekî asteng nabînim'   Helîmeyê anî ziman ku ew tu tiştekî li dijî pêkanîna xeyalên xwe wekî asteng nabîne û wiha got:"Ez zewicî me û 5 zarokên min hene. Lê ez vê yekê ji xwe re wekî asteng nabînim, ez bi hêviyek mezin li xeyalên xwe xwedî derketim û niha jî di parastina Kobanê de cihê xwe digirim."   'Divê hemû jin ji bo xeyalên xwe têbikoşin'   Helîmeyê diyar kir ku ji bo bigihêje xeyalên xwe wê bi salan têkoşînek da û got:"Divê hemû jin ji bo bigihêjin xeyalên xwe têbikoşin. Çimkî têkoşîn hêviyan geş siberoja gelan jî ronî dike. Jin û gelê Rojavayê Kurdistanê bi salan e ji bo jiyanek azad û hevpar têdikoşin. Ez tu caran dev ji xeyalên xwe bernadim û ez ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînim."   'Xweparastin mafê me yê herî rewa ye'   Helîmeyê anî ziman ku xweparastin mafê herî rewa ye û wiha dawî li gotina xwe anî:"Divê em hemû jin parastina xwe ya rewa bikin da ku em li dijî mêtingeriyê têk neçin û em welatekî azad û serbixwe ji zarokên xwe re bihêlin. Xweparastina rewa rêya serkeftin û aştiyê li civakan vedike. Ez ê jî ji bo civakek serkeftî û azad têkoşîna xwe berdewam bikim."