ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-10 09:00:00   *Jina bi navê Helîme Osman a ji Kobanê ye xeyalên xwe yên parastina welatê xwe bi cih tîne û ji bo aramiya gel têdikoşe.    *Di berxwedana Nisêbînê de qedexeya derketina derve 134 rojan berdewam kir, li dijî kesên navçe dorpêç kirin berxwedanek mezin hat meşandin û li dîwaran ev nivîs hatibû nivîsîn: “Van rojan tu car bi wêjeya mexduran venebêjin, mexdur dîrokê nanivîse, lê em dîrokê dinivîsin.” Berxwedanê di hişan de wek ‘sendroma Nisêbînê’ cih girt û ev, tiştên Vîetnamê bi artêşa Amerîkayê daye jiyîn, tiştên Kobanê bi DAÎŞ’ê dan jiyîn tîne hişê mirovan.   *Girtiyê bi navê Abdullah Gunay bi îdiaya ku Midurê Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tehdîd kiriye doz lê hat vekirin. Dayika Abdullah Gunay got: “Piştî dozê tehdîda ‘ez ê te bikujim’ kiriye. Ez ji jiyana wî bi fikar im.” BI DÎMEN   *Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi gotinên ‘weşanên xwe bibirin’ nerehetiya xwe ya li hemberî şîdeta li ser jinê ya di çapemeniyê de tê dîtin anîbû ziman. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Bangê ne li çapemeniyê, li daraz û emniyetê bike.” Jinan bi lêv kir ku sedema herî mezin a şîdetê gotinên AKP'ê û serdestiya mêr e û gotin hedefa AKP’ê ev e ku dengê jinan bibire lê ew bêdeng namînin. BI DÎMEN   *Celîle Îldenîz a ku kolan bi kolan bi wêneyê keça xwe Sultan Ertaş, geriya û edelet xwest wiha got: “Ez bawer nakim keça min întîxar kiriye. Keça min kuştin. Hewce bike ez ê biçim Enqereyê. Ez ê şopdarê doza keça xwe bim.”   *Cîgira Sekretera Giştî ya ji Rêxistinbûn û Girtîgehan Berpirs a ÎHD’ê Necla Şengul derbarê rewşa dawî ya girtîgehan de agahî da û got bi êrîşên li hemberî Efrînê re  li girtîgehan girtî rastî tehdîda ‘Rabin ulan em ê hesabê Efrînê bipirsin’ hatine û got provaya pêkanîna cilên yekreng kirine. BI DÎMEN   *“Minara Çar Ling a ev du sal in mahkumê tenêtiyê hat kirin, tenêtiya wê di carekê de li dijî tiştên jiyane belav bû. Di ser dema ku çûye de, dît ku Amediyan ew ji bîr nekirine û di hişê wan de hîna tê parastin. Û wê demê carek din ‘soz’ da zarokên Sûrê, ‘Wê vegera min bi heybet be…’ JI PÊNÛSA JINAN