Ezîza Xenafir: Kiryarên dewleta tirk dûrî îslamiyetê ye 2018-03-09 09:45:55       Ronida Hacî    TIL TEMIR - Hevseroka Kar û Barê Olî ya Herêma Cizîrê Ezîza Xenafir êrîşên dewleta tirk ên lî ser Efrînê şermezar kir û  wiha got:"Bi berxwedana Efrînê dîrokek nû tê nîvîsandin, Kurd jî lehengên vê dîrokê ne."   Hevseroka Kar û Barê Olî ya Herêma Cizîrê Ezîza Xenafir êrîşên dewleta Tirk ên lî ser Efrînê şermezar kir û anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê dibe sedema kuştina zarokan, cihê vê yekê jî di ola muslumantiyê de tuneye.   'Kiryarên dewleta tirk dûrî îslamiyetê ye'   Ezîza Xenafir diyar kir ku di encama êrîşan de sîvîl tên kuştin û wiha dewam kir:"Komkujî, talan û qetilkirina ku li ser gelê Efrînê tê meşandin ne li gor rêgeza îslamiyetê ye. Her wiha kiryarên dewleta tirk dûrî îslamiyetê ye. Divê em li dijî van kiryarên dûrî îslamê bêdeng nemînin."   'Êrişa li ser Efrînê êrişa li ser nirxê îslamiyetê ye'   Ezîzayê, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ola mislimantiyê nabêje zarokan bikujin, nabêje gel qetil bikin. Lê dewleta tirk ola îslamê li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Êrişa li ser Efrînê êrişa li ser nirxê îslamiyetê ye. Hemû cîhan jî vê yekê tenê temaşe dike. Temaşekirina bi vî rengî jî ne li gor ola îslamê ye."   'Berxwedana Efrînê berxwedana şeref û namûsê ye'   Ezîzayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Berxwedana Gelê Efrînê ew ê bi ser bikeve, ji ber ku berxwedana şeref û namûsê ye. Ew ê tu caran dewleta tirk bi ser nekeve."