ROJEVA 9'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-09 09:00:05   *Welatiyên ji ber şer ji axa xwe bûn û li bajarê Konteynirê ya taxa Seyrantepe ya Wanê dijîn, jiyana wan her ku diçe zehmetir dibe. Li bajarê Konteynirê ku nêzî 150 malbat lê dijîn, banga piştevaniyê hat kirin. BI DÎMEN   *Çemê Zergan ku bi mehan berê di çapemeniyê de hat gotin ku qeyûmê navçeya Qoserê paqij kiriye, nexweşî û qirêjiyê belav dike.    *Jina bi navê Hediye Baran ku li ser ereboka seyar izgareyê çê dike û têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku wê bi vê hewldana xwe hemû nêrîn şikandine.    *Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê didome û berxwedana serdemê ya li dijî êrîşan jî bê navber didome. Berxwedan ev du mehe didome û piştevanên herî mezin ên berxwedanê jî mertalên zindî ne. Ev dîmenên ku bi hezaran kes bedena xwe ji bo Efrînê dikin mertal, bi heybet in. Jinên Efrînê yên hêjayî berxwedana serdemê li ser axa xwe li dijî mêtîngeriyê têdikoşin, ji Rojhilata Navîn bigirin heta welatên cuda yên cîhanê, ji aliyê jinan ve bi yek dil, yek bedenî piştgiriyê digirin. JI PÊNÛSA JINAN   *Endamên Platforma Jinan a Ahtamara îlankirina platformê vegotin û diyar kirin ku jin li her derê nayên guhdarkirin û got: “Ji vir şûnde çi pirsgirêk dibe bila bibe em ê xwe bigihînin û piştgiriyê bidin wan.” BI DÎMEN   *Hevseroka Kar û Barê Olî ya Herêma Cizîrê Ezîza Xenafir êrîşên dewleta Tirk ên lî ser Efrînê şermezar kir û  wiha got:"Bi berxwedana Efrînê dîrokek nû tê nîvîsandin, Kurd jî lehengên vê dîrokê ne." BI DÎMEN