Hemû rengên Botanê li Şirnexê hatin gel hev 2018-03-08 18:12:28   ŞIRNEX - Jinên herêma Botanê bi minasebeta ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê li Şirnexê hatin gel hev û bi rengê xwe qad dagirtin. Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez 8' ê Adarê li jinên Efrînê yên di  girtîgehan û  li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û got ku wê jin pêşengitya xwe ya berxwedanê berdewam bikin.    Jinên Botanê bi minaseta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Şirnexê kom bûn. Şahiya ku li avahiya HDP'ê ya Şirnexê hat lidarxistin parlamentera HDP'ê ya Şirnexê  Aycan Îrmez,  Hevseroka Bajar a Şirnexê  Zeynep Unal, hevseroka DBP'ê  Ayşe Atay, Hevşaredara Sîlopiyê Emîne Eser, Rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û bi sendan jinên botanê tevli bûn. Li salona şahiyê pankarta bi nîvîsa "Jin jiyan azadî", "An azadî yan azadî" " hat daliqandin.    Di şahiyê de parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez axivî û wiha got: "Ez hemû jinên li qadan li ber xwe didin silav dikim.  Jinên ku nasnameya wan nedihat qebûliirin îro li Rojava şoreşekê pêk tînin.  Ger ku îro kurdan çand û zimanê xwe winda nekiriye di vê de keda dayikan he .Wê jin vê berxwedana xwe berdewam bikin."   Piştî axafitnan jinên li salonê li ber koma muzîkê ya Dengê Jinên Azad bi rengê xwe govend girtin û şahî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.