'Bila hemû jin li qadên şoreşê cihê xwe bigirin' 2018-03-08 17:16:08   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Şervana YPJ'ê Ronahî Til Temir Cejna Jinên Cîhanê pîroz kir û got: "Roja jinê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên ku niha li Efrînê di çeperên şer de li ber xwe didin, pîroz be."   Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Ronahî Til Temir 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan û bi taybet li jinên Efrînê pîroz kir, berxwedana wan silav kir û got têkoşîn û serkeftin a jinê kedkar û şoreşger in.    Ronahiyê diyar kir divê jin dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got: "Bangewaziya min ji tevahî jinan re heye ku destê xwe bidin Efrînê, çimkî ev agirê li ser Efrînê îro li ser me hemûyan e. Li ser Efrîn, Kobanê, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye. Divê ku hemû jin bibin yek û vî agirî vemirînin. Dema ku em bibin yek em ê bikaribin ku li dijî hemû zordestiyan bisekinin."   Ronahiyê her wiha bal kişand li ser xwedîderketina li nirxên şoreşê û wiha pê de çû: " Rast e me jinên Kurd ên hêja weke Arîn, Avesta û Barînan wenda kirin, lê ew nayê wê wateyê ku em ê dev ji doza xwe berdin û em ê gavên xwe şûnde biavêjin, berovajî wê bi hezaran Arîn, Avesta û Barîn li ser rûyê erdê şîn bûn. Bi vê yekê têkoşîna me bilindtir dibe."   'Bila hemû jin li qadên şoreşê cihê xwe bigirin'   Ronahî Til Temir di dawiya axaftina xwe de li ser rola jinê ya di serkeftina şoreşê de axivî û wiha got: "Bila yek jin di mala xwe de nesekine, kîjan jin cihê xwe li qada têkoşînê bigire serkeftin a wê ye. Bila hemû jin li qadên şoreşê cihê xwe bigirin. Çimkî jiyan bi têkoşîna jinê pêş dikeve."