Binefş Sarya: Dê bi têkoşîna jinê rihê berxwedanê bi ser bikeve 2018-03-08 16:57:29   Şêrîn Zêrevan   TIRBESPIYÊ - Rojnameger Binefş Sarya derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêrînên xwe anî ziman û got dê jin bi têkoşîna xwe rê li demokrasî, azadî û aştiyê vekin.   Rojnameger Binefş Sarya derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêrînên xwe anî ziman û got berxwedan 8'ê Adarê ji yên din gurtir e û got berxwedana jinê dê bi rihê têkoşîna Efrînê bigihêje asta herî bilind.   'Têkoşîna jinê tu caran bi dawî nabe'   Binefşê diyar kir ku dîroka têkoşîna jinê dirêj e û tu caran bi dawî nabe û wiha got:"Bi rihê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê jinên Kurd berxwe didin û ev berxwedan tu caran bi dawî nabe û dê serkeftin a me jinan be."   'Îsal jin bi rihê berxwedana Efrînê diherikin qadên 8'ê Adarê'   Binefşê wiha berdewam kir:"Pêşwazîkirina 8'ê Adarê îsal cuda ye. Çimkî jin îsal bi rihê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Jinên ku berê xwe didin Efrînê bi rihê têkoşîna dîrokî serê xwe bilind dikin û peyama serfiraziyê didin."   'Em ê hemû jin bibin yek û azadiya xwe mîsoger bikin'   Binefşê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Divê em jin tu caran li dijî zordestiyê bêdeng nemînin. Em serî hildidin, berxwe didin û  em ê hemû jin bibin yek û azadiya xwe mîsoger bikin."