Sîvîlên ku ji Qamişloyê derketin hedef hatin girtin 2018-03-08 16:03:26   QAMIŞLO - Sîvîlên ji bo piştgiriya Efrînê ji Qamişloyê derketin ji aliyê Tirkiyeyê ve hedef hatin girtin.    Sîvîlên ku dixwazin ji bo Efrînê bibin mertalên zindî di 5'ê Adarê de derketibûn ser rê. 2 hezar û 500 sîvîlên ku hindik mabû derbasî Efrînê bibin ji aliyê dewleta tirk ve wekî "QSD" hat nîşandan û hedef hatin girtin. Sîvîlên ku di konvoyê de ne anîn ziman ku Tirkiye dixwaze bi vê hedefgirtinê komkujiya sîvîlan pêk bîne.