Li Îzmîr û Stenbolê jin di çalakiyên 8'ê Adarê de hatin gel hev 2018-03-08 15:49:45   ÎZMÎR/STENBOL - Jinên DÎSK'ê yên ku bi minasebta 8'ê Adarê li Îzmîrê daxuyanî dan gotin, "Em li beden û nasnameya xwe xwedî derdikevin; em ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têkolîşîna xwe berdewam bikin." Li Stenbolê jî di çarçoveya çlakiyên 8'ê Adarê de ji jinên girtî re kart hatin şandin.   Komîsyona Jinan a Konfederasyona Kedkarên Şorreşger (DÎSK) bi munasebeta 8'ê Adarê li ber Sumerbanka kevin li Îzmîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Seroka Genel -Îş'ê ya DÎSK'ê ya şaxa hejmar 6 Emîne Yilmaz daxuyanî xwend. Emîne 8'ê Adara jinan pîroz kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê jin di hedefa mêtingeriyê de ne."    Emîne di berdewamiya axafitna xwe de bal kişand ser berxwedana jinê û wiha got "Em jin li dijî şer, zilm, mêtingerî û şîdetê ne. Em li gel Edalet, wekhevî, rastî û zanistê ne. Em wekî parçeyek ji berxwdana jinê ku tevahiya dîrokê berdewam kiriye em ê berxwedana xwe mezintir bikin."   Li Stenbolê ji jinan re kart hat şandin   Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê ji jinên girtî re kart şandin. Parzvanên mafên mirovan ên ku li ber Lîseya Glaatasarayê kom bûn dowîzên "Ji dewleta bavikslar re na",  "Jinên girtî yên nexweş bila serbest bên berdan" û "Jin jiyan azadî" hilgirttin û pankarta li ser nivîsa ji sala 1857 ber bi 2018'yan ve bijî berxwedana me ya azadiyê" hat vekirin. Beriya ku ji jinan re kart bên şandin ji aliyê  Seroka ÎHD'ê  Gulseren Yolerî ve daxuyanî hat xwendin û wiha hat gotin: "Di sala 2017'an de 425 jin bi şîdeta mêran hatin qetilkirin me vê dewleta ku bi qanûnên xwe cudakariya zayendî dike ya mêr naxwazin."   Piştî daxuyaniyê jinan ji PTT'ya Taksîmê ji jinên girtî re kartên ku li ser wan nivîsa "Bijî yekitiya jinan, bijî 8'ê Adarê" nivîsandin şandin.