Navê 'Şehîd Îvana' li taxeke Til Temirê hat kirin 2018-03-08 14:50:01   TIL TEMIR - Ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve navê 'Şehîd Îvana' li taxeke Til Temirê hat kirin.    Îvana Hovman (Avaşîn Têkoşîn Guneş) ku di Sibata 2015'an de li taxa Til Nesrî piştî berxwedaneke bêhempa ya li dijî ceteyên DAÎŞ'ê jiyana xwe jidest da, ji bo bîranîna wê Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê navê  'Şehîd Îvana' li taxek Til Temirê kir.   Di merasîmê de Saziyên Civaka Sivîl, Hêzên Asayîş û Displîna Leşkerî her wiha hêzên YPG/YPJ'ê û MLKP amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.   Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ve Semîra Şukrî wiha axivî: "Di kesayeta jina Alman Îvana Hovman de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo bandorek li ser Îvana kir, Îvana jî riya Bêrîtan û Viyanan şopand, ew jî weke rêhevalên xwe yên jin bû pêşenga şoreşa Rojavayê Kurdistanê."   Di heman demê de Semîrayê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Dewletên navneteweyî li hember kuştin û qirkirina gelan bêdeng in, guhê ku Efrînê nabihîse wê ker bibe, çavê ku Efrînê nebîne wê kor bibe, kesê ku dengê nalîna zarokan dibihîsin û bêdeng dimînin, wê dîrok tu carî ji bîr neke."    Her wiha Fermandara YPJ'ê Zagros Egîd jî wiha got: "Pêşenga şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin in. Îvana di 2013'an de fikirê Rêber Apo qebûl kir û bi derdorê li Almaniyayê da qebûlkirin. Îvanayê roleke girîng di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîst. Digot ez hem Kurd im û hem jî Alman im. Tu carî desthilatdarî qebûl nekir. Heya ku şervanên leheng û wêrek wekî Îvana Hovman hebin wê şoreşa jinê têk neçe. Dema ku mirov dibêje Kobanê Arîn Mîrkan tê bîra mirov, li Til Nesrî jî Îvana Hovman her wiha di şexsê berxwedana Serdemê  ya Efrînê de Avesta Xabûr tên bîra me. Îro bi hezaran jinên azad û berxwedêr riya wê dişopînin."    Endama MLKP Şîngel Doz jî axivî û wiha got: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe, şoreşa Rojava li hember dagirkerî û faşîzmê li ber xwe da û bû dengê azadiyê û li cîhanê belav bû. Îvana Hovman dengê şoreşê bihîst û xwest ku cihê xwe di vê şoreşa dîrokî de bigire. Îro bi hezaran jinên wekî Îvana li ser şopa wê dimeşin, soz û xewna wê pêk tînin."    Endama Komîna Enternasyonal a Rojava Nûjîn Rojava jî wiha got: "Min bi xwe şehîd Îvana nedît, lê çîrok û gotinên berxwedana wê ku dihatin gotin gelek bandor li min kir. Felsefeya wê ya jiyanê, têkoşîn û serhildana wê, nêzaktiyên wê li hember rêhevalên wê, xwesteka wê ji bo jiyana azad û heycana wê bandorek erênî li ser min û jinên cîhanê kir. Îvana digot: 'Ez nikarim di nav civaka kapîtalîst de bijîm, ji ber ku ev sîstem bingeha civakan xerab dike. Em ê soza wê pêk bînin."   Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a pêkhateya Asûr Cemîla Kako jî wiha got: "Jina têkoşer Îvana xwest ku gelê bindest ji zilm û zordariyê xilas bike, lewma berê xwe da Til Temirê û li hember dijminekî herî hov li berxwe da, canê xwe ji me re kir mûmek û riya me ronî kir. Bi xwîna xwe ya zelal axa Xabûr a birîndar av da."    Piştî axaftinan şêranî li gel hat belavkirin.