Fîgen Yuksekdag: Em ê 8'ê Adarê li her derê bi heman rihî biqêrin 2018-03-08 14:12:29   WAN - Mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê ku ji aliyê Platforma Jinê ya Axtamara hat lidarxistin bi nameya Fîgen Yuksekdag didome. Hevseroka Giştî ya berê ya  HDP'ê  Fîgen Yuksekdag di peyama xwe ya ji bo 8'ê Adarê de Roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got:"Ji Efrînê heta Amedê ji Şengalê heta Stenbolê li her derê, di her rojê de bi heman rihî û bi heman dengî em ê biqêrin."    Mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê ku bi şîara "Em ji 8'ê Adarê ber bi Xwebûnê ve diherikin" û ji aliyê Platforma Jinê ya Axtamarayê li Parka Mûsa Anter hat lidarxistin bi tevlîbûna bi hezaran jinan berdewam dike. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de li ser navê komîteya tertîpê Seher Kadiroglu Ataş jin slav kir û dîroka 8'ê Adarê rave kir. Seherê anî ziman ku hemû jin çanda serîhildanê didomînin û got dixwaze mêr be dixwaze dewlet be em ê li dijî hemû zext û zordestiyan bisekinin.    Fîgenê ji jinên Serhadî peyam şand   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji girtîgehê peyam şand û wiha got:"Biryara jinê ya "Ya azadî ya azadî" di qadan de bi cih nabe. Ji Efrînê heta Amedê ji Şengalê heta Stenbolê li her derê, di her rojê de bi heman rihî û bi heman dengî em ê biqêrin. Ez we hemûyan dîsa bi vê bawerî û hestî slav dikim û Roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez hemû jinan bi bêrîkirin û bi hêviya gihaştina şahiyên hemû jinan we hembêz dikim."   Parlamenterên HDP'ê: Bedia Ozgokçe, Mizgin Irgat, Besime Konca, Dilan Dirayet Taşdemir, endamên PM a HDP'ê û endamên MYK'ê derketin ser dikê û gel slav kirin. Parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe wiha got:"Li dijî tundiya mêr a ku jiyan xistiye dest, têkoşîna jinan dewam dike. Em slavê dişînin hemû jinên di girtîgehan de."   'Dîroka ku hînî me kirine dîroka hişmendiya mêr e'   Bedia diyar kir ku dîroka ku hînî wan kirine dîroka hişmendiya mêr e û wiha got:"Tiştên ku wekî dîrokê li dibistinan û di jiyana civakî de hînî me kirine bi destên mêran hatiye nivîsandin da ku bejintewandina li dijî sîstemê pêk were. Em jin êdî têkoşîna xwe dinivîsin. Ji bo dawî li çewisandinan bê em li qadan e. 16 salên ku AKP îktidar e her dem em bi tarîtiyê rû bi rû man. Loma em li dijî vê yekê têdikoşin. Têqez em ê bi ser bikevin."