Jinên Ciwan ên Azad: Bi nasnameya xwe serî hilde 2018-03-08 12:42:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan ên Azad bi munasebata 8'ê Adarê daxuyanî dan û gotin:"Me hemleya 'Bi nasnameya xwe serî hilde' dest pê kir. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî desthildatdariya mêr û bi teşebûna wan a kapîtalîzmê serî hildin."   Koordinasyona Jinên Ciwan ên Azad (JCA) bi munasebeta 8'ê Adarê daxuyaniya nivîskî da û 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir. JCA'yê ragihand ku wan kampanyaya "Xwebûn - Xweparastin" berfireh kirine û dest bi hemleya "Bi nasnameya xwe serî hilde"  kiriye.    Di daxuyaniyê de Avesta Xabûr a ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê jiyana xwe ji dest da hat bi bîr anîn û wiha hat gotin:   "Avesta Xabûr temsîliyeta serîhildana jinên ciwan e. Avestayê wekî bi hezaran jinên ku di têkoşîna tevgera Kurd de bûne sembol di heqîqeta dîrokê de şop hiştiye."   'Îdeolojiya rizgariya jinê têkoşîn anî asteke din'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji destpêka dîrokê heta niha jinan li dijî hemû  çewisandinan berxwe dane û jinên ciwan jî pêşengtiya vê yekê kiriye.    Daxuyanî wiha bi dawî bû:   "Em wekî Jinên Ciwan ên Azad ên li Ewropayê bi kampanyaya Xwebûn-Xweparastin îdeolojiya parastina jinê berfireh dikin. Em li ser vê bingehê 8'ê Adara hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em bang dikin hemû kes li dijî hişmendiya desthilatdar a mêr û kapîtalîzmê serî hildin. Wekî ku Serok Apo dibêje:'Kapîtalîzm înkarkirina evînê ye û heqîqet evîn e, evîn jiyana azad û wekhev e.'