Jinan ji Girtîgeha Gebzeyê peyama 8'ê Adarê şand 2018-03-08 12:22:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li girtîgeha Gebzeyê girtî, di peyama 8'ê Adarê ku şandin de gotin;" Em 8'ê Adarê bi hêviya heqîqet bi tama evînê û jiyaneke jinane bê jiyîn pîroz dikin."    Girtiyên jin ên li girtîgeha Gebzeyê dimînin, bi minasebata 8'ê Adarê peyamek şandin.   Pyema ku bi gotina "Ji bo hemû gelên azadîxwaz" dest pê dike de wiha hat gotin:    "Em ji diyarê bêdawîbûnê bi rojeke xweş a bi stran hatin, barê me heskirin e. Me her tişt bi wate kir, me hez kir, da hezkirin li ser navê berxwedêr û bi daxwaza ku kesên nayên jibîrkirin neyên ji bîrkirin. Bi govend û agirê newrozê her der bû keskesora ji rengê agir.   Newroz; 'Nû - roj', jiyaneke nû 'jin', jiyan -jin   Mizgîniya ku jin û Newrozê tîne gel hev a bihar û bereketê, sembola berxwedanê ye bihar, demsala Rozayan, Clarayan, Sarayan, Zekiyeyan, Berîtan û Zîlanan e. Berxwedêrên jin li dijî zîhniyeta baviksalar li vir in.   Zekiye Alkan got; 'Agirê Newrozê herî xweş li bedena mirovan diçe'  û xwe kir newroz.    Zekiye Alkan; ‘Newroz ateşi en iyi insan bedeninde yanar’ diyerek kendini Newrozlaştırdı. İnsanın evrenselleşmesi, özgürlüğün kendisi yeni bir ateşin doğumunda var kılması ile ateşle bütünleşen kadın bedenlerimizin ölümsüzleşen cesur kadını.    Bedenên ku bi 8'ê Adarê re bûn yek, bi Newrozê bi beden bûn. Bûn, Bêrîvan, Ronahî, Arîn û bexçeyê bihiştê diyarî gelan kirin.  Îro keça berxwedêr a Efrînê Awesta Xabûr, bi temeênê xwe yê 20 salê ji tangan re bû bend Newroza azadiyê ya gelan ji sedsala 21'an re ragihand.   Tişta dikeve ser milê me ew e ku em mîrasa Arînan û Awestayan ji me re hiştiye, bi raperînê tacîdar bikin û her rojê bikin Newroz.   Em bi xweşikbûna ku heqetê bi tama evînê û jinane bijîn 8'ê Adarê û 21'ê Adarê Newrozê pîroz dikin."