Mêrê ku hewl da Seherê qetil bike hat girtin 2018-03-08 12:03:08   KUTAHYA - Li Kutahyayê mêrê bi navê Bilal Ş. ku hewl da Seher Ş. ya ku bi wî re zewicandi ye qetil bike, hat girtin.    Li Gedizê ya Kutahyayê mêrê bi navê Bilal Ş. hewl da ku hevsera xwe Seher Ş. qetil bike. Seherê agahî da cîranên xwe û piştî ku ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê, Seherê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kutahyayê û Seherê hat tedawîkirin. Hat zanîn ku rewşa Seherê baş e. Piştî bûyerê Bilal Ş. yê ku reviyabû navçeya Salihliyê ya Manîsayê, hat zevkirin.    Bilal Ş. yê ku hat binçavkirin piştî îfadeya wî ya li Muduriyeta Navçeya Gedizê sewqî dadgehê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.