Platforma Jinê ya Kocaeliyê: 8'ê Adarê nikare bê qedexekirin! 2018-03-08 11:36:47   KOCAELÎ - Platforma Jinê ya Kocaeliyê li dijî qedexekirina 8'ê Adarê ya Walîtiya Kocaeliyê meş li dar xistin û gotin:"8'ê Adarê nikare bê qedexekirin."   Platforma Jinê ya Kocaeliyê li dijî qedexekirina meşa 8'ê Adarê ya Walîtiya Kocaeliyê derketin kuçeyan û gotin:"8'ê Adarê nikare bê qedexekirin."Jinan panqartên "Em bi şev jî kuçe û qadan terk nakin.", "8'ê Adarê nikare bê qedexekirin" hilgirtin û li kuçeya Yahya Kaptan bi dirûşmeyan meş li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn gotin:"Li vî bajarê ku her roj bi dehan jin tên kuştin, jin tên tacîzkirin û tecawizkirin walî 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê qedexe dike. Heta em jin li vî bajarî bin ne em qedexeyên walî nas dikin ne jî em serî li ber walî ditewînin."   Piştî meşê polîsan 6 jin kirin bin çavan. Welatiyên derdorê li dijî binçavkirinên jinan bertek nîşan dan. Jinên ku hatin binçavkirin do şev di saetên dereng de serbest hatin berdan.