ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-08 09:00:00   *Psîkolog Duygu Oz diyar kir ku ji bo îstîsmara zayendî ne wek nexweşî, wek sûc bê qebûlkirin divê gav bên avêtin û wiha got: “Bi taybet jî xesandına  kîmyewî bi zînayê re nîqaşkirin gelek xeter e. Dewlet derbarê zayendê de manîpulasyonek cidî dike.” BI DÎMEN   *Jinên Îzmîrê diyar kir ku çavkanya şîdeta li hemberî jinan zîhniyeta serdest ya mêre û bang kirin ku jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan.BI DÎMEN   *Şevîn Ceylan ya bi KHK’ê hat îxrackirin, ji xwe re kafeyek vekir û got: “Em li dijî kesên dixwazin me ji jiyanê bikin, têdikoşin û dibêjin ku; em hebûn, emê hebin.”BI DÎMEN   *Amadekariyên 8'ê Adarê ku bi coşeke mezin hatin destpêkirin qediyan. Di çarçoveya van amadekariyan de dengbêj Mukkades ji ji bo ku balê bikşîne ser wateya 8 Adarê klama ku tê de jinên berxweder tên  vegotin diyariyî 8'ê Adarê kir. BI DÎMEN   Rojnamegerên jin der barê JIN TV ya îro dest bi weşanê dike, nirxandin kirin û diyar kir ku divê hemû jin JIN TV bişopînin û  her wiha wê bi JIN TV têkoşîna jinê pêngavek din pêşde  biçe.BI DÎMEN   *‘Jinên wêrek yên pirteqalên li hembêza wan bi cih nabin, yên sosinên xistine berîka xwe, bi wêrekiya bi heybet  xweşikbûnê diafirînin û li dijî faşîzma wek taritiyê hatiye ser Efrînê ne.”   *Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeiyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşmeya ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê capemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir.   *Hulya Ateş ya hemşîreya 26 salan bû û bi KHK’ê hat îxrackirin lîstika şanoyê ya jinê ya yek kesî ‘Seher’  di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wê bilîze. Hulyayê bi lêv kir ku bi îxrackirinê nikarin wan hepsê malê bikin û bang li hemû jinan kir ku lîstikê temaşe bikin.   *Jinên Tipbespiyê 8'ê Adarê di destpêkê de li jinên Efrînê yên têkoşer û dawiyê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û anîn ziman ku dê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê tacîdar bibe.BI DÎMEN