Girtiyên li Girtîgeha Baybûrtê: Tundî roj bi roj zêde dibe! 2018-03-07 15:54:07   BAYBURT - Hat aşkerakirin ku li Girtîgeha Bayburtê ya Tîpa M tundî roj bi roj zêde dibe û li girtiyan hejmartina leşkerî tê ferzkirin. Li girtîgeha ku hemû girtî  bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimînin hat îdakirin ku 'kincên yekreng' jî hatin şandin.   Piştî OHAL'ê herî zêde li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bû û girtî bi pêkanînên kêfî re rûbirû man. Piştî pêvajoya aştiyê ku bi dawî bû ji girtîgehên ku herî  zêde tunî li wan belav bûye Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Jinên girtî yên ku li  girtîgeha Bayburtê dimînin diyar kirin ku tundiya li girtîgehê êdî nema tê qebûlkirin û "kincên yekreng" ku hîna nehatine qebûlkirin jî li qawîşan tên belavkirin. Herwiha ku ji wan re tê gotin "van kincan li xwe bikin û tên tehdîtkirin.   Cezayên dîsîplînê yên kêfî û ferzkirina hejmartina leşkerî!   Li gorî agahiyên ku ji malbatan hatin girtin; hat diyarkirin ku girtî bi mehan e di bin tundiyeke mezin de tên girtin û di her fersendê de cezayê dîsîplîn û yê hucreyê li girtiyan tê birîn.  Herwiha hat diyarkirin ku li girtiyan hejmartina leşkerî tê ferzkirin û girtiyên ku van pêkanînan qebûl nakin jî bi cezayê hucreyê re rûbirû tên hiştin.    'Wê bersiva tundiyê berxwedan be'   Her wiha malbatan diyar kir ku kincên girtiyan bi hinceta zêde ne ji wan tên gitin, "kincên yek reng" li wan tên ferzkirin. Girtiyan jî ragihandine ku li dijî vê tundiya tê kirin wê bersiva wan berxwedan be.   Malbatan bang li parêstvanên mafên mirovan , rêxistinên mafên mirovan kir ku bi girtiyan re bikevin pitevaniyê.