Li Amedê hemû jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê hatin vexwendin 2018-03-07 15:28:06   AMED  - Di çarçolveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wê sibe li Qada Îstasyonê mîtînga 8'ê Adarê bê lidarixistin. Ji bo tevlibûna mîtîngê li 4 navçeyên navenda Amdê belavok kên jinan vedixwînin mîtîngê hatin belavkirin.   Wê sibe saet di 13.00 û 17.00'an  de  di pêşengiya DAKAP û TJA'yê de  li Qada Îstasyonê ya Amedê Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin. Xebatên ji bo  tevlibûna mîtîngê jî berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de li 4 navçeyên navedê yên Amdê Peyas, Sur, Yenîşehîr, Peyas û Bagalarê belavokên ku jinan vedixwînin mîtîngê hatin belavkirin.   Sur û Yenîşehîr   Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de di pêşengiya DAKAP û TJA'yê de li navçeya Yenîşehirê li esnaf û jinan bi tevlibûna parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca û Rêberên rêvberên DBP û HDP'ê tevli bûn.     Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca bang li jinan kir ku bi coş û rengên xwe tevli mîtîngê bibin.   Peyas   Jinên DAKAP'yî  li bazarê ji bo mîtînga 8'ê Adarê belvok belav kirin. Belavokên ku hatin belavkirin ji aliyê gel û jinên li bazarê ve rastî elqeyeke mezin hatin.   Baglar   Li Baaglara Amedê jî di pêşengiya DAKAP'ê de jinan li Kolana Sakaryayê, li Parka Koşûyoliyê û li Baglar Dortyolê belavok belav kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Belavkirina belavokan bi tilîliyên jinan bi dawî bû.    Kadınların slogan ve zılgıtları eşliğinde bildiri dağıtımı sona erdi.