Berxwedêrên Efrînê hatin definkirin 2018-03-07 15:00:17   EFRÎN - Li herêma Efrînê 17 berxwedêrên ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê hatin definkirin.   Bi sedan şêniyên Herêma Efrînê û şandeyên jinên, Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Şengal, Lubnan, Fîlîstîn, 17 berxwedêrên azadiyê oxir kirin. Berxwedêrên azadiyê jê 10 yên YPG’ê, 1 jê yê Erka xweparastinê,1 ê Asayîşê û 5 sivîl bûn. Berxwedêrên azadiyê ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmek bi heybet û bi soza serkeftinê li pêşiya nexweşxaneya Avrînê hatin girtin û hatin oxirkirin.    Merasîm ji pêşiya nexweşxaneya Avrînê dest pê kir. Berxwedêrên azadiyê bi tilîliyên dayikan û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" , "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedan Serdemê" ber bi qada goristana Şehîd Avestayê hatin oxirkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo berxwedêrên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan a Bakurê Sûriyeyê Sene Esker, li ser navê şandeyên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava Beşîra Derwîş, li ser navê tevgera Civaka demokratîk Bedira Çiya Kurd, axivîn.   Di axaftinê de sersaxî ji tevahî malbetên berxwedêran re hat xwestin û hat gotin ku êrîşên li ser Gelê Efrînê li dijî tevahî gelê Kurd e. Em ê ji bo parastina axa Efrînê heta dawî li ber xwe bidin da ku dagirker bi ser nekevin.   Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namrin", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.