Li wanê zarokekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2018-03-07 13:59:34   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê li taxa Gundogduyê  Dîlan Tuncer ya 16 salî, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Rêya Armûşê li taxa Gundogduyê  Dîlan Tuncer ya 16 salî, bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da. Zaroka ku hat îdiakirin ji aliyê biryê xwe ve li mala tendûrê hatiye dîtin, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.  Di pêşotopsya ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hat kirin de derket holê ku zarokê b rêya fetisandinê jiyana xwe ji dest daye.  Kesên ji heman malbatê ku derbarê bûyerê de hatin binçavkirin piştre serbest hatin berdan û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.   Wê dîlan li Goristana Karşiyakayê îro bê definkirin.