Jin ji bo Meşa 16'emîn a Şevê ya Feminîst amade ne 2018-03-07 13:45:28   STENBOL - Jin sibe li Beyogluyê di Meşa 16'emîn a Şevê ya Feminîst de  bi dirûşma, "Jiyana me , Serîhildana me, Berxwedana me: Femînîzm" tên gel hev.   Jin sibe li Beyogluyê di Meşa 16'emîn a Şevê ya Feminîst de li Beyogluya Stenbolê tên gel hev. Dirûşma meşa ku her sal bi şev di 8'ê Adarê de tê lidarxistin a vê salê, "Jiyana me , Serîhildana me, Berxwedana me: Femînîzm"  destnîşan kir. Jin wê sibe ji bo meşê saet di 19.30'an de  li ber Navenda Çandê ya Fransayê bên gel hev . Beriya Meşa ku wê gelek rêxistinên jinan piştgiriyê bidinê bê destpêkirin jinan daxuyanî da.   Metna banga Meşa 16'emîn a Şevê ya Femînîst wiha ye:    "Ji 8'ê Adara sala buhurî de em di bin rewşa OHAL'ê de dijîn , tê xwestin ku em bi şer bên terbiyekirin û bi êrîşên li ser jinan re rûbirû dimînin.  Em dibînin ku diyaneta her roj di jiyana me de cihêkî berfireh digire  û êrîşên li ser zarokên keç jî tên meşrûkirin.  Tê xwestin ku cihekî em lê bîhnê bidin û bistînin nemîne.   Em ê jî bi piştevaniya jinan, bihna ku em bi têkoşîna jinan digirin û distînin ji bo ku em parve bikin em ê vê 8'ê Adara vê salê bi Meşa Şevê ya Femînîst bên gel hev."