Suad Abdurrahman a Filistînî: Berxwedana jinên Filistînê û yên Efrînê hevpar e 2018-03-07 11:08:56   Ruhenda Amed   EFRÎN - Jina Filistînî Suad Adurrahman a ku ji bo piştgiriyê bide berxwedana Efrînê û 8'ê Adarê pêşwazî bike di nava heyeta jinan a hat Efrînê de cih girt, diyar kir ku tu cudahiya jinên li Filistînê li dijî dagirkeriya Israîlê li ber xwe didin û ya jinên li Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin ji hev tune ye û ev tişt got; "Gelê Efrînê ji bo tevahiya gelên cîhanê li ber xwe dide. Em jî ji bo ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê hatin Efrînê."   Hezar jinên ku ji bo ji berxwedana Efrînê re bibin mertalên zindî û piştgiriyê bidin berxwedanê hatin Efrînê, ji aliyê jinên Efrînê ve bi dirûşim û coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Jinên ku di nav wan de heyetên ji Filistîn, Lubnan mexmûr û  û ji başûrê Kurdistnê jî hebûn hatin Efrînê wê hem 8'ê Adarê li wê pêşwazî bikin hem jî wê pitgiriyê bidin berxwedana Efrînê. Jina Filistînî Suad Ebdurrahiman ku di nava koma jinan de hat Efrînê, diyar kir ku ew ji bo êrîşên li ser Efrînê tên kirin asteng bikin û ji bo ku berxwedana jinên Efrînê silav bikin hatine vî bajarî.   Suad anî ziman ku ew ê 8'ê Adarê jî bi jinên Efrînê re pîroz bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo tevahiya jinên cîhanê li vir in. Ji bo ku em 8'ê Adarê li navenda berxwedanê pêşwazî bikin em hatin vir." Suad anî ziman ku gelê Filistînî jî bi salan e li dijî Israîlê li ber xwe dide û got; "Em jinên ku bê şik hemû hebûna xwe danîn holê, şehîdên berxwedanê û gelê Efrînê silva dikin."     'Jinên Filistînî jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan'   Suat anî ziman ku tu cudahî di navbera jinên li Efrînê li ber xwe didin û di navbera yên li Filistînê li ber xwe didin de tune ye û wiha got û got; "Berxwedan li ku dibe bila bibe heman reng û heman cesaretê dixwaze. Berxwedan cesaretê dixwaze. Jinên Filistînê ji li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan. Îro jinên Efrînê jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin."   'Jinên filistînî jî wekî yên kurd zarokên wan şehîd bûn'   Suada ji jiyana jinên Filistînê û yên Efrînê mînak dan û wiha got; "Jinên Filistînî zarokên xwe di berxwedana Filistînê de jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan zarokên wan dîl hatin girtin.  Tenê armanca wan ew bû ku li dijî dagirkeriya Israîlê axa xwe biparêzin.  Îro jî gelê Efrînê bi heman rengî ji bo axa xwe biparêze li ber xwe dide.  Gelê Efrînê tenê ji bo xwe li ber xwe nade ji bo tevahiya cîhanê li ber xwe dide. Ji ber wê em dibêjin ku em pitigiriyê didin ve berxwednê û xwedî lê derdikevin."   'Em hemû jinan bi ruhê 8'ê Adarê silav dikin'   Suad herî dawî ji Efrînê peya ma 8'ê Adarê jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "8'ê Adarê ji bo me rojeke girîng e.  Li tevahiya cîhanê mafên jinan tê binpêkirin û bi neheqiyan re rûbirû dimînin. Mafên wan nayên dayîn. Em şehîdên 8'ê Adarê carekedin bi bîr tînin.  Hin jin hene ku ji bo doza xwe hemû tiştên xwe datînin holê. Em girêdana jinên kurd bi berxwedana wan re  û ruhê wan ê berxwedêr silav dikin."