Zaroka lingê wî ket ber ‘kapana’ polîsan cara 8’emîn emelyet bû 2018-03-07 09:55:18   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê zaroka bi navê Çîgdem Başak a 9 salî ku dema di rê re dimeşiya û lingê wê ket ber kapana polîs, cara 8’emîn emelyet bû. Hat hînbûn ku rîska Çîgdem seqet bimîne heye.    Li Sîlopiya Şirnexê li taxa Yeşîltepe di 30’ê Mijdara 2017’an de zaroka 9 salî Çîgdem Başak ku ji dibistanê diçû malê lingê wê ket ber kapana polîsan a li orta rê hatibû danîn û heta niha 7 caran emelyet bibû. Çîgdema ku rîska seqetbûna wê heye cara 8’an ket emelyetê.   ‘Risk ji holê ranebû’   Çawa bûyer hat jiyîn Çîgdem rakirin Nexweşxana Dewletê ya navçeyê û piştre jî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Xerpêtê û 13 rojan di beşa lênêrtina giran de mabû. Zaroka bi rîska birîna çîma wê re rû bi rû hat, ji ber hemû demarên wê yên çongê teqyabûn hîs nedikir. Çîgdema ku piştî 8 emelyetan şûnde têl xistin çîma wê, hat hînbûn  ku hîna rîska wê ya seqet bîmene hîna heye.    Der barê dosyayê de pêşketin tune Der barê bûyerê de du polîs ji kar hatin durxistin û di dosya dozê de pêşketinek nehatiye jiyîn. Malbata der barê bûyerê de axivî diyar kir ku ew dixwazin keça wan dîsa rabe ser piyan û bi hevalên xwe re bilîze.