Jinên Elewî: Em ê bi îradeya jinan êrîşên li ser Efrînê biçewisînin 2018-03-07 09:10:13   Lîlav Elî-Cûdî Zênu   EFRÎN - Jinên Elewî yên Navçeya Mabetayê êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk wê li hember berxwedan û yekbûna gelê Kurd têk biçe. Em ê bi îradeya jinan êrîşên li ser Efrînê biçewisînin."   Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Têkildarî Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jinên Elewî yên navçeya Mabetayê ya Efrînê anîn ziman ku ew jî êrîşên Efrînê şermezar dikin û gotin dê têkoşîna Efrînê dîroka berxwedanê ji nû de binivîse.    'Yan serkeftin an serkeftin'   Jina bi navê Nedire Bicu êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Ev demeke ku dewleta tirk bi çekên xwe yên giran êrîşî navçeya Mabetayê dike, di encama van êrîşan de gelek sîvîlîn jiyan xwe ji dest dan. Erdogan dixwaze bi van êrîşan dîroka Kurdan tune bike û yekbûna gelên Rojhilata Navîn têk bibe, lê tucarî ev daxwaza dê tu caran pêk neyê. Ji ber ku hemû ol û pêkhateyên di Sûriyeyê de bi rihekî wekhev bi hev re dijîn. Her tim dewleta tirk êrîşî ol û pêkhateyên Elewî dike, lê em wek jinên Elewî heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê fedayî axa pîroz bike û tucaran desthilatdar nikarin îradeya me bişkîne. Yan serkeftin an serkeftin."   'Ked û fedakariya jinên Efrînê dê desthilatdaran têk bibe'   Ji aliyê din ve Rûken Ibrahîm jî wiha got: "Rojane dewleta tirk êrîşî ser axa Efrînê dike û dixwaze îradeya jina Kurd bişkîne, lê heta ku jina Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe, wê Erdogan nikaribe îradeya jina Kurd û bi tayîbet a jina Efrînê têk bibe. Gelê navçeya Mabetayê wê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bide. Êrîşên dewleta tirk her ku diçe zêde dibe, lê tevî hemû êrîşan jî gel jiyana xwe dewam dike û dibêjin em dest ji berxwedana xwe bernadin. Ked û fedakariya jinên Efrînê dê desthilatdaran bişikîne."   'Sîvîl hedef tên girtin'   Jina bi navê Xalîde Muhemed jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: " Dewleta tirk bi riyên cuda êrîşên xwe pêk tîne û sivîlan hedef digire. Dixwaze vê xwesteka xwe bi cih bîne, lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku gelê Kurd tu carî nayên tunekirin. Desthilatdar wê her tim li hember berxwedana gelê Kurd têk biçe. Ez wek dayikek bi temenê 80 salî ji bo parastina axa xwe amade me û heta dawiyê ez ê piştgiriyê bidim şervanên ku li çeperên şer li ber xwe didin."