ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-07 09:00:00   *Jinên Elewî yên Navçeya Mabetayê êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk wê li hember berxwedan û yekbûna gelê Kurd têk biçe. Em ê bi îradeya jinan êrîşên li ser Efrînê biçewisînin." BI DÎMEN   *Jinên Ereb ên Girkêlegê 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin û gotin : " Em ê li dijî wan kesên ku dixwazin dest biavêjin ser nirxên şoreşa jinê, li çeperên şer ên Efrînê cejna jinê pîroz bikin." BI DÎMEN   *Jin îsal wê di bin siya OHAL'ê de biherikin qadên 8 Adar ê. Li gel xebatên 8'ê Adarê peyamên jinan jî berdewam dikîn. Jinên wanê yên ku peyama 8'ê Adarê dan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan biherikîn qadên 8'ê Adarê. BI DÎMEN   *Desthilatdariya qeyûm tayînê şaredariyên DBP’ê kir û hewl dan rengê jinê tune bikin û bi KHK’yan saziyên jinan hedef girt, li her qadê rastî berxwedan û rengê jinan hatin.    *inên Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû astengiyan starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecî got ku ew astengiyan nas nekin û zextên wan hebin yên wan jî îrada wan heye.    *Jin Tv ya di 8’ê Adarê de dest bi weşanê dike, bû sedema hêvî û kelecanê. Parêzvanên mafên mirovan ên Stenbolê gotin Jin Tv hêvî ye û wê dengê jinan xurtir bike. BI DÎMEN   *Fîlîz Zengîn tevî zextên malbat û civakê dest ji biryara avakirina jiyana xwe berneda, hewşa xaniyê xwe kir restoran û xeyalên xwe derxist derveyê sînorê Meletiyê.    *Endama Lijneya Rêveber a SES’ê Fatma Yildiz diyar kir ku jin ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Amedê ve rastî gotinên zayendperest, şîdeta psîkolojîk û mobîngê tên. Fatmayê her wiha bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li dijî neheqiyan dakevin qadan.    *Jinên di tevgera jinan a Tirkiyeyê de têkoşîn dan, di encama têkoşînek demdirêj de, destkeftiyên girîng bi dest xistin. Fîlîz Karakuş ya femînîst ku ev 40 sale ji bo mafên jinan têdikoşe, 8’ê Adarê yên li Tirkiyeyê hatine pîrozkirin vegot. Fîlîzê balkişand ser girîngiya Berxwedana Gezî û 1980’yan û diyar kir ku wê tu car dest ji Meşa Şevê ya Femînîstan û mîtîngên şevê bernedin. BI DÎMEN   *Li Sîlopiyê zaroka bi navê Çîgdem Başak a 9 salî ku dema di rê re dimeşiya û lingê wê ket ber kapana polîs, cara 8’emîn emelyet bû. Hat hînbûn ku rîska Çîgdem seqet bimîne heye.   *Jinên karkerên çandiniyê di 8’ê Adarê de neçarin bixebitin. Jinên karkerên çandiniyê ku neçarin bixebitin diyar kirin ku ew di 8’ê Adarê de neyên qadan jî wê jin bibin dengên wan. BI DÎMEN