Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin 2018-03-06 14:27:19   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê îsal xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê şayanî endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ku daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” dabûn û hatibûn binçavkirin dît.    Odeya Bijîşkan a Amedê her sal di çarçoveya 14’ê Adarê Cejna Tibê xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dide. Odeyê îsal jî merasîma xelatê li dar dixe û xelatê şayanî endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ku daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” dabûn û hatibûn binçavkirin dît.    Odeya Bijîşkan têkildarî mijarê li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û endam û rêveberên odeyê beşdar bûn. Seroka Jûriya Xelatê Dr. Elîf Turan xelatê aşkere kir.    Elîf Turan da zanîn ku îsal endamên Konseya Navendî ya TTB ên ku daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye” dan û hatin binçavkirin û berdan layîqî xelatê hatine dîtin. Elîf Turan destnîşan kir ku xelat ji salên 90’î ve tê dayîn û got: “Dema ev pêvajoya tê qewimîn mirov binirxîne, vê xelatê di Tirkiyeya sala 2018’an de xwedî girîngiyek xwe heye.”    Xelat dê di 17’ê Adarê de li Otela Demîr bi merasîmekê bidin endamên Konseya Navendî ya TTB’ê.