Jina ku zarokên wê di êrîşa li ser Berbenê de birîndar bûn: Zarokan dikujin 2018-03-06 13:43:02   EFRÎN - Li gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Racoyê jinan bi navê Semîra Omer ku 3 zarokên wê  di encma êrîşên obusn de ji çavên xwe birîndar bûn got; "Erdogan guleyan bi ser me de dibarîne. Xwîn ketiye çavên wî. Bi balafirna û bi obusan bi ser me de guleyan dibarîne. Beyî ku bibêje ev zarok, kal û pîr û jinin bi ser me de guleyan dibarîne. Xedê heqê me nehêle. Li gel ku 3 keçên min birîdarin jî em li ber xwe didin."   Êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 46'emîn de berdewam dikin. Di du rojên dawîn de di encma êrîşên li ser Cîndirêsê û Racoyê de ji 18 kesên ku hatin birîndarkirin  Newroz (31), Nezîfe (19)  û Aliye Omer (11) 3 xwişk li Nexweşxaneya Avrînê tên dermankirin.  Di dema ku ji gundê Raco Zerkayê derbasî gundê Berbenê bûn di encma êrîşên bi obusna de  Newroz, Zezîfe û Alîye ji çavên xwe yên rastê birîndar bûn û Pîra wan ya 75 salî Emîne Mustafa jî jiyana xwe ji dest da.    Alîye ya 11 salî  ku di beşa lênêrtina giran de tê dermankirin, çavê wê yê rastê bi temamî hatiye korkirin û di çavên Newroz û Nezîfeyê jî zerar dîtine. Dayika wan a  bi navê Semîra ku li nexweşxaneyê li ber wan dimîne diyar kir ku ew 45 rojan ji malê derneketine û li dijî êrîşan li ber xwe dane. Semîra anî ziman ku Tirkiye û komên girêdayî wê bi ser sivîlan de gule û bombeyan dibarînin.     'Ger ku YPG/YPJ'ê hişyar nekira em ê bihata kuştin'   Semîra  ya ku êrîşên li ser gundê Berbenê vegotin, diyar kir ku 6 kes hatin kuştin, 18 kes hatin birîndarkirin û derbarê êrîşê de wiha  berdewam kir; "Piştî ku êrîşên li ser gundê me zêde bûn em jî ber bi berbenê ve ketin rê, piştre hêzên parastina rewa em hişyar kirin û gotin 'neçin'.  Di dema ku em vedigeriyan, obus avêtin. Ger ku YPG/YPJ'yiyan em hişyar nekira  em ê hemû li wê bihata kuştin."   'Xwedê heqê me nehêle'   Semîra anî ziman ku dema ew ji malê derdikevin jî tên kutin û dema dernakevin jî tên kuştin û wiha berdewam kir; "Xwîn ketiye çavên Erdogan û dixwaze ku Efrînê talan bike.  Ji bo ku em dest ji mal û milkê xwe berdin êrîşî me dike. Wekî baranê bi ser me de bombe û guleyan dibarîne. Bêyî ku bibêje ev zarok, jin kal an jî pîr e dikuje. Lê em dest ji axa xwe berndin xwedê heqê me nehêle. Li gel ku 3 keçên min hatine birîndarkirin jî em ê berxwedana xwe bidomînin."   'Çi ji me dixwazin?'   Alîye ya 12 salî ku di encma êrîşan de birîndar bû jî got ku ew dema diçûn gundê Berbenê êrîşî wan hatiye kirin, parçeyên guleyan li rûyê wê ketine û wiha berdewam kir: "Tu gunehê me tune ye. Çi ji me dixwazin ez nizanim. Me qet gudê xwe neterikand heta niha lê piştî ku gundê me jî hedef hat girtin em mecbûr man ku birevin. Erdogan dibistana me hilweşand ez dixwazim ku ji nû ve li dibistana xwe vegerim."