Hezar jin li Kobanê bi drûşman hatin pêşwazîkirin 2018-03-06 12:56:06   KOBANÊ - Hezar jinên ku li dijî êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê ji bo bibin mertalên zindî û piştgiriyê bidin berxwedanê ji bo biçin Erînê ketin rê, gihîştin Kobanê.   Hezar jinên di pêşengiya Kongreya Star de li Kantona Qamişloyê hatin gel hev ji bo ku li dijî êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê bibin mertalên zindî û piştgiriyê bidin berxwedanê biçin Efrînê gîhîştin Kobanê.  Jinên ku di nav wan de komên jinan ên ji Filistîn, Lubnan, Mexmûr û ji başûrê Kurdistanê hebûn li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê bi bi sedan jinan ve hatin pêşwazîkirin. Jinên ku dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin, li ser navê jinan Rêvbera Kongreya Star Walîde Bûltî axivî û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk nikarin îradeya me bişikînin. Em ê li dijî hemû êrîşan 8'ê Adarê li Efrînê pîroz bikin."