Mêrê ku îstismara zayendî pêk anî serbest hat berdan 2018-03-06 12:21:36   STENBOL - Mêrê bi navê V.A ku li Taksîmê zarokek îstismar kir ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.   Mêrê 70 salî ku li Taksîma Stenbolê zarokek keç a 17 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hişt, di dema îstismar pêk dianî de hat binçavkirin. Îstismar ji aliyê qamerayên derdorê yên ewlehiyê ve hatibû qeydkirin. V.A yê ku sewqî dadgehê hatibû kirin bi şerda qontrola edlî serbest hat berdan.