Li Girtîgeha Tarsusê li jinan îşkenceya zayendî hat kirin! 2018-03-06 12:20:49   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Jinan a Tarsusê 15 jinên ku li dijî lêgerîna tazî ya li jineke ducanî kincên xwe ji xwe danîn û lêgerîn şermezar kirin ji aliyê gardiyanan ve di serî de hatin derbkirin û piştre jî girtin odeya bi sunger.   Li girtîgeha Jinan a li Kampusa Girtîgehan a li Tarsusê jin bi lêgerîna tazî re rûbirû hatin hiştin. Jineke ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat kirin ji aliyê gardiyanan ve bi lêgerîna tazî re rûbirû hat hiştin. Girtiyeke din  ku sancuyên wê hebûn û ji nexeşxaneyê anîn jî bi lêgerîna tazî re rûbirû ma.    Jina ku bi lêgerîna tazî re rûbirû ma piştî ku vegeriya qawîşê û ji hevalên xwe re rewşa xwe vegot jinên din ên li qawîşê jî kincên xwe ji xwe danîn û ev pêkanîn û rêveberiya girtîgehê şermezar kirin. Piştî vê gardiyanên ku bi ser qawîşê de girtin 15 jinên ku li qawîşa C7 diman derb kirin û 17 saetan li odeya bi sunger dan rawestandin. Hat aşkerakirin ku jinên li odeya bi sunger hatin hişitn hinekan ji wan qirîz derabs kir û hinek jî ji ber tansiyonê rewşa wan xirab bû.    Piştî bûyera ku roja şemiyê qewimî girtiyên ku duh li malbatên xwe geriyan, gotin ku hevalên wan di hucreyan de  tên girtin û hemû mafên wan ji detên wan hatin girtin.   Girtiyên daxwaza alîkariyê kirin banga hestiyariyê li raya gitî kirin.   Xizmên girtiyan jî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê dan û ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komelya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) dan.