Li Serêkaniyê semînera 8'ê Adarê hat dayin 2018-03-06 11:20:04   SERÊKANIYÊ - Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Kantona Hesekê  semînerek ji bo endam û şagirtên Peymangeha Şehîd Elî Şêx Dawid a Jinê çê kir.   Semîner bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  li Peymangeha Şehîd Elî ŞêX Dawid hat dayin. Semîner bi amadebûna endam û şagirtên Peymangeha Jin ên bajarê Serêkaniyê hat dayin.   Piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya giştî ya dibistanên Kantona Hesekê Lela bûcax mijara tundiya li ser jinê girt dest û girîngiya roja 8'ê Adarê ya ji bo jinên Kurd û hemû jinên cîhanê anî ziman.   Di semînerê de her wiha, di her qadên jiyanê de rola jinê, bi taybet rola wê di qada leşkerî û parastinê de hat vegotin û girîngiya rêxistinbûyîna jinan hat vegotin.   Di semînerê de hat gotin ku di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de, taybet piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinbûyîna jinê di her qadên jiyanê de hat pêşxistin.   Di dawiya semînerê de, dirûşmên ``Jin, jiyan azadî``hatin berzkirin.